AsyaÎranNûçeRojhilatanavin

Rêwiyên ewil ên trêna Tehran-Wanê gihîştin Wanê

Li Wanê piştî erdhejên 23yê cotmehê û 9ê mijdara sala 2011an seferên trêna Tehran-Wanê hatibûn sekinandin û trênê cara ewil dest bi seferên xwe kir.

Piştî erdhejê seferên Tehran-Wanê hatibûn sekinandin û 8 sal ser ra derbas bû. Ji ber ku têkiliyên di navbera herdu welatan da pêş ketin û kapasîteya rêwiyan zêde bû seferên trêna Tehran-Wanê dîsa dest pê kirin.

Trêna 5 vagonî ya 180 rêwiyan hildide duh di saet 09.30yî da ji Tehrana paytextê Îranê rabû û îro ber destê sibê hat Gara Wanê.

Rêwîtiyê kêmzêde 21 saetî dewam kir, 79 rêwiyên hatin Wanê bi minîbês û texsiyan derbasî navenda bajêr bûn.

Başa dön tuşu