İslami Davet Kurdi Bange İslami

Rêwiyên ji aliyê terorîstên Cêyşul-îslamê rehîn hatibûn girtin azad bûn

Li gor rapora IRIB Nesê, Gor rêketina du roj berî niya di navbera artêşa Sûriyê û terorîstên Cêyşul-îslamê bona parastina canê kesên sivîl, hatiye ragihandin ku bilî derketina hemû terorîstên Cêyşul-îslamê ji Xûtera Rojhilata Şamê li 48 saetan da herwisa hemû kesên sivîl ku li vê navçê di destê terorîstan da hatine rehîngirtin radestî artêşa Sûriyê bêne kirin û terorîstên tekfîrî jî dê bo navça Cirablusa parêzgeha Helebê li bakûra Sûriyê bêne şandin.

Ajansa nûçan a Sûriyê(SANA) jî ragihandiye 2 otubûsên ku gişt rêwiyên wan sivîl bûn ji aliyê terorîstên Cêyşul-îslamê rehîn hatibûn girtin duşemê şev ji Dûmayê ketine nav navça bin destê artêşa Sûriyê li nîzikiya kempa Rafedîn.

Dewteta Sûriyê jî li hemberî azadiya van kesên sivîl ji destê terorîstan sozên xwe li bara azadiya endamên Cêyşul-îslamê cih anîn.

Terorîstên Cêyşul-îslam pêş derketina ji Xûteya Rojhilatê hemû embarên çek û sîlahên xwe û belgeyên hevkariya wan tev welatên biyanî şewitandin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version