EwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Berdevkê wezareta karên deve ya Îranê: Gotinên Mêrkêlê ne kêrhatî ne

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê gotinên vê dawiyê yên serokwezîra Almanyayê li bara bernameyên mûşekî yên Îranê nekêrhatî da zanîn.

Li gorî rapora rêvebiriya giştî ya dîplomasiya mêdyayiya wezareta karên derve, Behram Qasimî, berdevkê wezareta karên derve ya Komara Islamî ya Îranê li bara gotinên vê dawiyê yên Angêlla Mêrkêlê, serokwezîra Almanyayê got: Komara Islamî ya Îranê bi caran ragihandiye ku bernameya wê ya mûşekî tenê ji bo parastinê ye û mûşekên Îranê bi ti awayî ji bo birina kumika navokî nehatine çêkirin; Loma ne biryarnameya 2231`ê ya Konseya Ewlehiya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) binpê dike û ne jî têkiliya xwe bi lihevkirina navokî ya di navbera Îranê û Koma 5+1`ê nasyar bi Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar heye.

Berdevkê wezareta karên devre ya Îranê destnîşan kir: Komara Islamî ya Îranê careke din radigihîne ku bernameya xwe ya mûşekî li ser esasa doktorîna parastinê û berçavgirtina ewlehiya xwe ya neteweyî bi hêza temam didomîne û van cûre gotinan ti bandora xwe li ser bernameya mûşekî ya rewa Îranê tunînin.

Serokwezîra Almanyayê, Angêlla Mêrêkê roja pêncşemiyê, 7`ê Tîrmeha 2016`an, idia kiribû ku Îranê qanûnên Konseya Ewlehiya NY li bara rawestandina bernameya mûşekî ya xwe ya leşkerî binpê kirine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

 

Başa dön tuşu