IraqNûçeRojhilatanavin

Rewşa DAIŞ`îyan ewqasî giran e ku dest bi xweşewitandinê dikin

Hêzên iraqî ber bi Mizgevta Cami Nûrî ku Ebûbekir Bexdadî serkirdê DAIŞ`î bo cara yekem di sala 2014`an da li wir xwe nîşan da pêşda çûn û niha hêzên hanê giheştine 150 mêtrîya vê mizgevtê.

Kanala nûçan a Al-Alamê ji zarê çavkanîyekê ragihand ku hêzên ewlehî û artêşa Iraqê bi piştevanîya balafirên cengê ji duh va ber bi Mizgevta Cami Nûrî va pêşda diçin û eva pevçûna herî giran a artêşê ji dema destpêbûna opêrasyonê li perravê rojhilata Mûsilê ye û niha di navbera hêzên hanê û Mizgevta Cami Nûrî da tenê 150 mêtr heye.

Wê çavkanîyê da zanîn ku pêşdaçûna hêzên iraqî bi hegera zêdebûna mal û awahîyan û ji ber parastina canê sivîlan hêdî pêk tê.

Sergurd Mihemed Ezîz got ku bi azadkirina pira kevnar niha ji 5 piran 3 pir hatine azadkirinê û pêşdaçûna ber bi baregehên grîng didome.

Wî herwiha got: Di navbera hêzên dewletê û DAIŞ`ê li kolana Kornîşê da pevçûneke dijwar derket û di encamê da 18 kes hatin kuştinê û du êrişên bi maşînên bombekirî jî hatin pûçkirinê.

Ezîz li dewama xeberdana xwe got: Li devera Bab ul Tûbê yek ji deverên kevnar ên Mûsilê ku hatîye dorpêçkirinê pevçûnên giran diqewimin û êrişên ser van deverana yê bidomin.

Çavkanîyên iraqî herwiha ragihandin, têrorîstên DAIŞ`ê ji hêrsa ji ber işkestên bidûhev li meydanê, dest bi xwekuştin û xwesotandinê dikin û li gorî gotina rêvebirê lêzanînên leşkerî hejmarek endamên DAIŞ`ê li maleke nêzîkî gundê Şêx Mihemed li peravê rojhilata Mûsilê xwe şewitandine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu