FilistînNûçeRojhilatanavin

Rêxistina Efû ya Navneteweyî: Bûyerên ku li Xezzeyê diqewimin sûcên şerî ne

Rêxistina Efû ya Navneteweyî di raporta xwe de ji bo bûyerên Xezzeyê bertek nîşanî Îsraîlê da û ragihand ku ev sûcê şerî ye.

Rêxistinê di raporta xwe de ku ji bo bûyerên tundûtujî yên Xezzeyê amade kiribû de got: “Tiştê ku li Xezzeyê diqewime rasterast îxlala hiqûqa navneteweyî û sûcê şerî ye. Divê berpirsên îsraîlî li Xezzeyê dev ji tundûtujiyê berde.”

Di çalekiya Meşa Vegera Mezin a filistiniyan de heta niha 59 kesan canê xwe ji dest da û zêdetirî hezar kes jî birîndar bûn.

Başa dön tuşu