CîhanErebîstanMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Rêxistina Efûya Navnetewî xwest ku îdamkirina çalakvana erebistanî îbtal bibe

Rêxistina Efûya Navnetewî ji rayedarên siûdî xwest ku hikmê îdama Esra El Xemxam, li gel 4 kesên din bi tometbariya beşdariya li xwenîşandana dijî hikûmetê îbtal bike.

Li gorî rapora kanala televîzyonî ya Nebeiê, Semah Hedîd, birêvebira pişka Rojhilata Navênê ya Rêxistina Efûya Navneteweyî, pêncşemiyê bi şev destnîşan kir: Cihanîna hikmê îdama wê çalakvana medenî, gefeka cidî ji bo çalakvanên din ên girtî li Erebistanê ye.

Birêvebira pişka Rojhilata Navînê ya Rêxistina Efûya Navneteweyî,  got: armanca muhakimekirina El Xemxam, bêdengkirina neyaran li navçeya rojhilatî ya Erebistanê (Qetîf) ye û Rejîma Siûdî yek ji wan welatan e ku hejmara herî zêde ya îdamkirinê têde heye.

Hedîd xitabî rêxistinên mafên mirovan xwest çavên xwe li ser karên nebaş ên Erebistanê ve girênedin û pêşiya muhakimekirina siyasî ya çalakvanan û herwiha van kiryaran bigirin ku dijî qanûnên navneteweyî ne.

El Xemxam, çalakvana 29 salî ya Siûdî, Kanûna sala 2015an ligel hevjînê xwe, Mûsa El Haşim, bi tawana ya ku amadekariya ji bo lidarxistina xwenîşandana dijî dewletê li Qetîfa Erebistanê hate binavkirin, hatiye girtin.

Di eynî demê de Adam Austen (Edem Ostên), berdevkê Chrystia Freeland (Kirîstiya Firîlend), wezîra karên derve ya Kanadayê, jî roja pêncşemiyê jibilî diyarkirina dilgiraniya xwe ya ji ber rewşa mafên mirovan li Erebistanê, hejmara zav a kesên îdambûyî li vî welatî û nebûna azadiya axiftinê, girtina berevanên mafên mirovan û mafên jinan, ragihand: Otawa dilgiranê çarenivîsa mêr û jinên girtî yên ji ber sedemên siyasî li Erebistanê bi taybet El Xemxam, jina çalakvan a Siûdî ye.

Di van salên buhurî de ji bilî El Xemxamê, bi sedan çalakvanên din ên siûdî ji ber bawerî û çalakiyên xwe yên dijî Rejîma Riyazê hatine girtin û gelek ji wan jî li benda hikma îdama xwe ne.

Başa dön tuşu