CîhanEwropaNûçe

Li Arjantînê bi 10 hezaran karker Serokê Dewletê protesto kirin

Li Arjantînê sendîqayên karkeran ji ber polîtîkayên ekonomîk ên kemer jidandinê Serokê Dewletê Mauricio Macri protesto kirin.

Beriya nêzîkbûna hilbijartina kongreyê bi banga Konfederasyona Kedkar a Giştî (CGT) bi 10 hezaran karker kolanên paytexta Buenos Airesê dagirtin. Karkeran bi sedema ji kar derxistinê, rakirina tengkirina îtxalatê û polîtîkayên din ên ekonomîk protesto kirin, bi dirûşme, afiş û alayên Arjantînê rêyên sereke yên bajêr ji trafîkê re girtin.

Çalakvanan piştgiriya xwe nîşanî mamostayên ku di grevê de bûn û li welat ji ber enflasyona zêde daxwaza zêdebûna meaşan kirin.

Serokê Dewleta Arjantînê Mauricio Macri sala borî dema ku dest bi wezîfeyê kir bi hezaran karker ji kar avêtibûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu