AsyaCîhanEwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Rêxistina Hevkariya Şangha: Hemî kes Lihevkirinameya Atomî cih bînin

Endamê Rêxistina Hevkariya Şanghayê bi weşandina daxûyaniyekê ji hemî aliyan xwestin ku tevî pêbendbûna ser Lihevkirinameya Atomî, bila naveroka wê jî cih bînin.

 Li gorî rapora roja îniyê ya Tesnîm News`ê, li daxûyaniya  civîna rayedarên  Rêxistina  Hevkariya Şanghayê li Bîşkêka paytexta Qirqîzistanê hatiye: Em ji hemî aliyan dixwezin ku Lihevkirinameya Atomî cih bînin.

 Li vê daxûyaniya 31 rûpelî her wiha ser yekitiya  Sûriyê û gotûbêjê wek kok û bingeha rêçareyekê bo vî welatî teqez hatiye kirin.

Nozdehemîn civîna Saziya Hevkariya Şanghayê îro Îniyê bi qasî du rojan bi amadebûna serokên 11 welatan ji wan Rûsiye, Çîn, Qezaqistan, tacîkistan, Ozbekistan, Hind, Pakistan û Îranê li bajarê Bîşkêkê hat lidarxistin.

Başa dön tuşu