ÎranNûçeRojhilatanavin

Civîna çapemeniyê ya Rûhanî li Kirmaşanê

Serokê Komara Islamî ya Îranê got: Bi bernameyên dewletê wê parêzgeha Kirmaşanê bi taybet li beşa cotkariyê tûşî guhertinê were.

Serokê Komara Islamî ya Îranê, Hesen Rûhanî ku li bîst û nehemîn sefera xwe ya bo parêzgehan duh anku yekşemiyê, 17`ê Tîrmeha 2016`an, sefera parêzgeha Kirmaşanê kiribû li civîan çapemeniyê bal kişande ser derfetên zêde li vê parêzgehê li beşên cotkarî, av, geştyarî, pêtroşîmî, têknolojiyên nûjen û çandî da û got: Çil û pênc plan wê ji bo geşepêdana Kirmaşanê were cihanîn.

Rûhanî destnîşan kir: Wê Kirmaşan bibe yek ji cemser û navendên pêtroşîmiyê li Îranê ku bi taybet li warê pêşeyên jêrdestî gelek derfetên şuxul û xebatê ji bo ciwanên vê parêzgehê tên dabînkirin.

Serokomarê Îranê hêvîdarî kir ku bi saya pêkanîna jêrbinayên pêwsît her viha zêdekirina ewlehiyê li welatên cînar bi taybet Iraqê, rewşa geştyariya parêzgeha Kirmaşanê baştir bibe.

Rûhanî li bara bernameyên dewletê ji bo wergirtina sermayeyên navxweyî û derveyî li parêzgeha Kirmaşanê, got: Rakirina boykotên zalimane yekem kar û pêngava mezin bû ku dewletê ji bo hêsankirina sermayedanînê li seranserî Îranê bi taybet parêzgeha Kirmaşanê pêk anî.

Rûhanî got: Bi hebûna ewlehiya zêde, yekîtiya navbera qewm û etnîk û mezheban her viha hevahengiya navbera berpirsên cihêner li parêzgeha Kirmaşanê, wê sermayedanîn li vê parêzgehê bi awayekî berbiçav zêde bibe.

Serokoamrê Îranê girêdana hesinriya seranserî li Kirmaşanê ji bernameyên sereke yên dewleta Îranê da zanîn û her viha got: Piştî vê kiryarê Kirmaşan dê bi sînorê Xosrewî û welatên cînar va bê girêdan. (BANGE ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu