CîhanMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Rêxistina Navneteweyî ya Koçê(IOM): Di sala 2018ê de 4476 kes di rêya koçberîyê de mirine

Li gor daneyên Rêxistina Navneteweyî ya Koçê(IOM) d i sala 2018ê de 4476 kes di rêya koçberîyê de mirine.

Sebebên koçkirinê yên bingehîn şer û şertên xerab yên ekonomîk in. Di sala 2018ê de li gor sala 2017ê rêjeya koçberiyê ji sedî 30 zêde bûye.

Li gor raporên Rêxistina Penaberan a Neteweyên Yekbûyî li dinyayê  68,5 milyon kesan ji mecbûriyê terka welatê xwe kiriye.

Li gor daneyên IOMyê 135 hezar û 607 kesan koçî Ewropayê kiriye. 111 hezar û 237 koçberan bi rêyên deryayî koç kirine. 24 hezar û 370 kes jî bi rêyên ser-erdî(bejî) koç kirine.

Welatê herî zêde jê koç hatiye kirin Sûriye ye. Ji bilî Sûriyeyê herî zêde koç ji welatên Tunus, Eritre, Pakistan, Iraq, Kongo, Afxanistan, Fasê hatiye kirin.

Başa dön tuşu