AsyaCîhanNûçeRojhilatanavin

Rêxistina terorîstî Ahrar’uş Şamê Serokomarê Tirk Erdogan pîroz kir

Rêxistina terorîstî Ahrar’uş Şam a li Sûriyeyê ji bo encama referandûma destûra bingehîn a Tirkiyeyê Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan pîroz kir.

Li gori nûçen Sputnîkê, Rêxistina terorîstîya bi navê Ahrar’uş Şam a li Sûriyeyê ji bo encamên referandûma destûra bingehîn a Tirkiyeyê Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan pîroz kir. Rêxistina terorîstî li ser Twitterê bi Tirkî, Erebî û Îngilizî heman peyam parve kirin.

Di wan peyaman ev tişt hatin gotin: “Piştî referandûmê em birayên xwe yên Tirk pîroz dikin. Xwedê birayê me Serokomar Tayip Erdogan ji bo bilindbûna Tirkiye û cihana Îslamê bike xebatkar û wî serkeftî bike.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu