ÎranNûçeRojhilatanavin

Rêvebirê giştî yê IAEA`yê: Îranê sozên xwe cih anîne

Rêvebirê giştî yê Ajansa Navnetewî ya Enerjîya Atomê (IAEA) li civîna demsalê ya Konseya Hikimdarên vê ajansê, careka din li ser pêbendîya Komara Islamî ya Îranê li rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê sekinî.

Li gorî rapora malpera Ajansa Navnetewî ya Enerjîya Atomê (IAEA), Yokiyo Amano Rêvebirê giştî yê Ajansa Navnetewî ya Enerjîya Atomê îro li axavtina xwe di destpêka civîna demsalê ya Konseya Hikimdarên IAEA`yê li Vîyena Otrîşê da got: Ajansê rakirina santirîfîyûjên zêde û nijyaran li navenda zengînkirina ardûyê ya Fordo`yê û veguhestina wan bo karistana zengînkirina ardûyê ya Netenzê li Îranê erê û piştrast kirîye.

Rêvebirê giştî yê Ajansa Navnetewî ya Enerjîya Atomê (IAEA) herwiha got: Ajansa hela jî ceribandina rastbêjîyê li bara nebûna xalifînê têkildarî madeyên navokî ku Îranê di çarçova lihevkirina kontrolkirinê da ragihandibû, didomîne.

Ajansa Navnetewî ya Enerjîya Atomê li rapora xwe ku bi awayekî giştî nêzî hefteyekê berî civîna Konseya Hikimdaran weşand û da ber destê nunerên 35 welatên endamê Konseya Hikimdaran, ragihand ku asta oranîyoma sedî 3.67 zengînkirî ya li Îranê zimhêrkirî beranberî 101.7 kîlogiramê û ji asta rewa ya li rêketinama navokî kifşkirî kêmtir e.

Hilkolandina belgeyên curbicur ên Ajansê ji wan belgeya çavxişandina ser ewlehîya navokî di sala 2017`ê da, çavxişandina ser têknolojîya navokî-2017`ê da, ceribandina rastbêjîyê û çavdêrîya navokî ya Ajansê li Îranê li gorî biryarnama 2231 a Konseya Ewlehîyê ya NY, cihanîna rêketinamên têkildarî çavdêrî û kontrolkirinê li Koreya Bakûr û damezirandina Banka Oranyoma Zengînkirî ya di asta kêm da, ji wan mêhweran in ku yê di vê civîna pêncrojî da bên hilkolandinê (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu