ÎranNûçeRojhilatanavin

Fermandarê Sipahê Kurdistanê: Tîmeke dijî Inqilabê li vê parêzgehê ji nav çû

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Fars News`ê, serdar Mihemed Husên Recebî îro anku sêşemiyê, 28`ê Hezîrana 2016`an, got: `Tîmeke 11 kesî ji şerxwazên ser bi komên dijî Inqilabê dixwestin têkevin nav welêt ku ji heman destpêkê ketin ber şopandina ewlekaiyê ya hêzên Sipahê pasdaran.`

Wî her wiha got: `Hêzên Sipahê parêzgeha Kurdistanê derên ku vê komê dixwest here wan deran girtin û bi sepandina iradeya xwe lis er wan, endamên vê tîmê ber bi ciyê diyarkirî ve rê kirin.`

Recebî got: `Me piştî deh rojan şopandinê ewna ber bi navçeya çiyayî ya Serv Abadê va deehf dan û li wir hêzên me her 11 endamên vê tîmê kuştin.`

Hêjayî gotinê ye ku li vê opêrasiyonê sê kes ji hêzên herêmî yên Sipahê pasdaran şehîd bûn.

Hêzên Sipahê pasadarên Inqilaba Islamî her viha êvara şemiyê, 25`ê Hezîrana 2016`an, li opêrasiyoneke serketî li dijî komên dijî Inqilabê li Mehabadê pênc kes ji şerxwazên çekdar ên ser bi wan kuştin.

Hêzên ewlehiyê û ewlekariyê yên Îranê di hefteyên dawiyê da çend komployên komên têrorîst pûç kirine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu