İslami Davet Kurdi Bange İslami

Rêxistîya Çavdêra Mafên Mirovan, jinên iraqî goriyên destdirêjiya zayendî ya grûpa terorîst a DAIŞ`ê dan zanîn.

Rêxistîya Çavdêra Mafên Mirovan îro ragihand terorîstên DAIŞê ku pêştir destdirêjiya wan ser jinên êzdî bi belge hatibû selimandinê xêncî van jinan, destdirêjiyê ser jinên  ereb ên sunne jî dikin.

Rêxistîya Çavdêra Mafên Mirovan herwiha  li raporekê mijarên  girtinên  ji serê xwe, lêxistin, zewaca bi zorê û destdirêjiya  zayendî ji aliyê terorîstên  DAIŞê ser jinên sunne yên revyayî ji bajarê Huweycê li parêzgeha  Kerkûkê ku tim di kontrola  DAIŞê de ne, hilêxistiye.

Li gorî vê raporê, destdirêjiya zayendî ya endamên DAIŞ`ê ser jinan ewqas nehatiye  hilkolandin û ser hewldana zêdetir jibo jinavbirina  dilgiraniya  goriyên ku nikarin  şikata xwe hilêxinîn, sekinî.

Lana  Fakiye, alîkara Rojhilata navîn liRêxistîya Çavdêra Mafên Mirovan jî bal kişand ser lêzanînên kêm li bara  destdirêjiyên  zayendî yên DAIŞÊ ser jinên ereb ên sunne ku di navçên di bin kontrola DAIŞê de jiyan dikin, li bara piştgiriyên zêdetir  ên civaka navneteweyî û rayedarên  xwecî ji van  goriyan hêvîdariay wxe ad diyarkirin.

Pêştir kanala  1 a televîzyona Almanyayê, ARD`yê li raporekê ragihand: Jinên êzdî ku ji aliyê DAIŞ`ê ve tên girtin li bazarên  Tirkiyê tên firotinê.

Grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê sala 2014`an  piştî dagirkirina  Mûsilê,  bi hezaran kes ji jinên êzdî revandin û bi sedan kes ji wan wekî hêsîrên  cengê li bazara kolefiroşan a Mûsil, Felûcê û heta Sûriyê firotin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version