NûçeRojhilatanavinSûriye

Dewama pêşdaçûnên hêzên sûrî li deverên rojhilata Helebê

Hêzên artêşa Sûrîyê li dewama pêşdaçûnên xwe li rojhilata Helebê derbasî kûratîya deverên bin kontrola neyarên çekdar da bûne û kontrola derîyê sereke yê balafirgeha Helebê xistine destê xwe. Van hêzana îro herwiha pêşdaçûna xwe ber bi taxa Şiarê domandin û gihîştine derîyên Heleba qedîm.

Hêzên artêşa Sûrîyê îro bi berfirehî êrişî baregehên kesên çekdar li taxa Şiarê kirin û niha rêzên neyarên çekdar aloz bûne.

Herwiha hat ragihandin ku hêzên çekdar ên neyar tenê ji sedî 18`ê taxên rojhilata Helebê destê wan da ye.

Zêrevanîya Mafên Mirovan a Sûrîyê jî îro ragihand ku hêzên artêşa Sûrîyê karîn taxa Qazîesker li rojhilata Helebê çend sietan piştî serdestîya tam li taxên Kerem Mesîr, Kerem Qatirçî û Kerem Tehanê bêxin bin kontrola xwe. Bi vî awayî niha kontrola du ji sêyê (2/3) rojhilata Helebê di destê hêzên artêşa Sûrîyê da ye.

Çavkanîyên nêzîkî dewleta Sûrîyê ragihandin ku artêşa Sûrîyê û hevpeymanên wê duh danê êvarê nexweşxana El-Iyûn û du deverên Meyser û Cezmatîyê li rojhilata Helebê xistin bin destê xwe.

Hêên artêşa Sûrîyê herwiha kontrola devera memtedê ji alîyê Helwanîyê heta rêya Henanoyê xistine bin destê xwe.

Berpirsekî neyarên sûrî jî li xwe mukur hat ku artêşa Sûrîyê destkevtên nû li meydanên şêrr bidest xistine û ev yeka bûye sebeb ku neyarên çekdar ber bi başûra rojavaya devera bin kontrola xwe va paşda vekişin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu