NûçeÎranRojhilatanavinSûriye

Rexneya Îranê ji bêdengiya Konseya Ewlehiyê ya NY li hember êrişên dubare yên Rejîma Siyonîst ser Sûriyê

Balyoz û Nûnerê Daîmî yê Îranê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî, Emîr Seîd Îrvanî, bêdengiya Konseya Ewlehiyê ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) li hember êrişên bi caran ên Rejîma Siyonîst li Sûriyê rexne kir.

Li gorî rapora IRNA`yê, Emîr Seîd Îrwanî, sefîr û nûnerê hertimî yê Komara Islamî ya Îranê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî li New York`ê roja sêşemiyê bi dema herêmî li civîna Konseya Ewlehiyê ya NYê li bara pêşhatên Sûriyê got: Tevî gelek caran daxwaziyên Komara Erebî ya Sûriyê ji bo mehkûmkirina rejîmê.Siyonîzm li Konseya Ewlehiyê ya NY, destdirêjiyên berdewam ên Rejîma Siyonîst li dijî serwerî û yekîtiya axa Sûriyê berdewam e.

Wî teqez kir: Bêdengiya Konseya Ewlehiyê ya NY Rejîma Siyonîst teşwîq kiriye ku destdirêjî û cinayetan bi awayekî vekirîtir û berfirehtir pêk bîne ku tê de sivîl û jêrxana bingehîn li Sûriyê armanc dike. Eva binpêkirina eşkere ya yasayên navneteweyî û mafên mirovan e.

Dîplomatê payebilind ê Komara Islamî ya Îranê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ji Konseya Ewlehiyê xwest ku dest ji bikaranîna standardên dualî li mesela Sûriyê berde û destdirêjiya Rejîma Siyonîst mehkûm bike û vê rejîmê bi cinayet û metirsiya aştî û ewlehiya herêmê tawanbar bike.

Wî her wiha bal kişande ser rewşa gelê Sûriyê û got: “Rewşa mirovî li vî welatî hîn dijwar e û êş û zehmetiyên jiyanê bandoreke girîng li ser gelê Sûriyê kiriye û pêwîste giringî bi rewşa gelê Sûriyê were dayîn û li gelek deveran pêwîstiyên gel werin berçavgirtin.”

Nûnerê hertimî yê Îranê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî bal kişande ser pêwîstiya parastina serwerî û yekparçeyiya axa Sûriyê û got: Ev yek bi bidawîhatina êrişên welatên derve li dijî Sûriyê û bi kutakirina dagîrkirina vî welatî pêk tê.

Wî her wiha pêwîstiya jinavbirina gefên terorîstan û rakirina dorpêçên hovane û neqanûnî yên li ser gelê Sûriyê bi bîr xist.

Başa dön tuşu