BehreynÎranNûçeRojhilatanavin

Rexneya ji bêdengiya rêxistinên navneteweyî li hember karesatên li Behreynê

Ayetulah Huseyn Nûrî Hemêdanî merceyê teqlîdê şîeyan  li Qumê roja çarşemiyê bi daxûyaniyekê tevî şermezarkirina cinayetên  Alê Xelîfe li Behreynê tekez kir: Rêxistinên  navneteweyî bêdengiya xwe ya rezîlane li bara van karesatana  bi dawî bînin û pêşiya  xwînrêjî û  zilm û zordariyê bigrin.

Ayetullah Nûrî Hemêdanî li vê daxûyaniyê fukara xwe li bara  alozî û bê ewlehiya  li hin welatên  Îslamî nîşan da û destnîşan kir: Rejîam Siûdî wek cihênerê siysetên îstikbarê û siyonîstan li navçê, gelek cinayetan dikin ku kuştina li Yemenê, mudaxila li karûbarên Behreynê û girtina pêşiya  hizûra  hin misilmanan li merasima  hecê hin mînakên vê ne. Vî merceyê teqlîdê  li daxûyaniya xwe ji misilmanên cîhanê xwestiye ku bi parastina yekitiyê haje  pîlanên  îstikbarê û siyonîzma  cîhanî û  kirêgirtiyên  wan li navçê hebin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu