ÎranNûçeRojhilatanavin

Rexneya ji kiryaran Erebistanê li bara Hecê

Du ruhanî û alimên nasyar ên sune yên libnanî ji kiryara Erebistanê li bara Heca îsal rexnen kirin.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Komara islamî nasyar bi IRNA`yê, Şêx Ehmed Qetan ji alimên nasyar ên sune li Libnanê roja şemiyê, 28`ê Gulana 2016`an, amaje bi çêkirina berbendan û behanderxistina siûdiyan li bara şandina heciyên îranî kir û destnîşan kir: Desthilatdarên siûdî dixwazin ku pêşiya pêkanîna merasima Hecê ji aliyê îraniyan bigirin.

Qetanî her wiha got: Siûdî bi idiayên bêbingeh dixwazin çêkirina astengiyan pîne bikin û reftara wan li dijî xalên dêmokrasî û azadiuya gotinê ye.

Serokê cemaeta Qulna wel-Emelê got: Sidî gerek venihêrînekê li helwêst û siyasetên xwe pêk bînin û mijara hecê bi dûr ji nêrînên mezhebî û siyasî bibînin.

Şêx Xezer El-Kebeş ji endamên sune li civata alimên misilman ên Libnanê jî Erebistan bi sûcê siyasîkirina mijara Hecê tawanbar kir û got: Li halê ku çend meh heta destpêkirina hecê maye û Îran wek welatên din ên islamî kiryarên idarî yên pêwsît ji bo şandina heciyên îranî pêk aniye, lê Riyazê bi danîna mercan hewil dide ku li bara şandin aheciyên îranî astengiyê derxine.

Vî alimê sune yê Libnanê amaje bi klaresata Mianyê kir û her viha got: Rêjîma Erebistanê isbat kiriye ku li warê birêvebirina merasima hecîtiyê ne hêja û li bara dabînkirina ewlehî û saxlemiya heciyan bêşiyan e.

Sala buhurî bi hezaran kes ji ziyaretkiran ji wan 464 ziyaretkirlên îranî roja Cejna Qurvbanê anku roja 24`ê îlona 2015`an, li halê pêkanîna merasima hecîtiyê li Minayê, ji ber sistiya berpirsên Alê Siûd jiyana xwe ji dest dan. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu