NûçeRojhilatanavinSûriye

Rexneya ji siyasetên navneteweyî li bara qeyrana Sûriyê

Muftiyê Sûriyê siaysetên welatên cînar û navneteweyî li hember dewleta Şamê rexne kir.

Li gorî rapora malpera nûçan a El-Ehda Lubnanê Ehmed Bedredîn Hesûn muftiyê Sûriyê roja duşemiyê li hevdîtina bi hejmarek ji nunerên parlemana Ewrûapyê re siyasetên navçeyî û anvneteweyî li hember dewleta Şamê rexne kir û got : Plana Emerîka, Tirkiyê, Erebistan û Rejîma Siyonîstî parvekirin û hilweşandina Sûriyê ye.

Muftiyê Sûriyê ji nunerên parlemana Ewrûpayê xwest ku li hember siyasetên dîktatorane yên Emerîkayê û hewldana vî welatî bo serdestiya ser hemî welatan bêdengiya xwe bişkînin û li hember wê biqîrin.

Hesûn got ku Emerîka, Rejîma siyonîstî, Tirkiye, Erebistan li dû hilweşandina Sûriyê ne.

Beşar Esed serokkomarê Sûriyê jî roja yekşemiyê li hevdîtina bi vê taxima parlemanî ya ewrûpî got ku siyasetên şaş ên hin welatên ewrûpî yek ji hegerên berfirehkirina diyardeya terorîzmê li Sûriyê û pêkanîna astengî û pirsgirêkan bo welatiyên sûrî ye.

Taxima parlemana Ewrûpayê jî ser pêwîstiya parastina yekperçetiya Sûriyê ragihandin ku tenê gelê Sûriyê divê bêyî her cure mudaxila biyanî, çarenivîs û pêşeroja welatê xwe kivş bikin . (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu