FilistînNûçeRojhilatanavin

Rexneya Rêxistina Xwerêvebir a Filistînê ji biryara Amerîkayê ya veguhestina balyozxaneya xwe bo Qudsê

Serokatiya Rêxistina Xwerêvebir a Filistînê bi daxûyaniyekê ji biryara Amerîkayê ji bo veguhestina balyozxaneya vî welatî ji Til Avîvê bo Qudsa dagirkirî rexne kir.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Rêxistina Xwerêvebir a Filistînê duh anku Îniyê bi serokatiya Mehmûd Ebas bi daxûyaniyekê ragihand: Biryara Azmerîkayê ya veguhestina balyozxaneya xwe ji Til Avîvê bo Qudsa dagirkirî, rewatiyê nade Rêjîma Siyonîst.

Pêştir, Saêb Erîqat, sikritirê Komîteya Cihanînê ya Saziya Azadîjker a Filsitînê (SAF) û Tevgera Berxwedana îslamî ya Filsitînê (HAMAS) jî biryara Amerîkayê ji bo veguhestina balyozxaneya Waşîngtonê ji Til Avîvê bo Qudsê şermezar kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu