NûçeRojhilatanavinSûriye

Rexneya Sûriyê ji hevpeymaniya navneteweyî ya şerê dijî têrorîsmê

Nûnerê hertimî yê Sûriyê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) got: Hevpeymaniya navneteweyî ti carî li şerê dijî têrorîsmê ciddî nebûye.

Li gorî rapora ajansa fermî ya nûçeyan a Sûriyê, Bişar Ceferî nûnerê hertimî yê Sûriyê li NY tevî rexneya ji kiryarêna rtêşê Inglîs, Fransa û Amerîkayê li navçeyê got: Ev welatana li şerê dijî têrorîsmê ciddî nebûne û tu meyla wan jî bo wî karî tine.

Beşar Ceferî got: Hewildana Amerîkayê ji bo rawestandina hevkariya Rûsiyê tev Sûriyê li şerê dijî têrorîsmê nîşana bêmeraqiya vî welatî ji bo şerê dijî têrorîsmê û piştgiriya ji Cebheya Nusreyê ye.

Beşar Ceferî bi bîr xist: Tenê rêkara ji bo şerê dijî têrorîsmê pêkanîna hevpeymaniya navneteweyiya bibandor bi beşdariya dewleta qanûnî ya Sûriyê û dewletên bbandor li vê mijarê ye.

Nûnerê hertimî yê Sûriyê li NY sipasiya rola bingehîn a Rûsiye û Îranê li şerê dijî têrorîsmê li Sûriyê li ser daxwaza dewleta vî welatî ku li gorî qanûn û biryarên navneteweyî, kir.

Beşar Ceferî xwest ku tevdîrên builez pêk werin û lihevkirine ji bo şerê dijî têrorîsmê bi diyarbûna çarçovên wê û dûr ji behrewergirtinê siyasî û cihêkariya li warê mafên gelan jibo bidawîanîna dagîrkeriya welatên xwe were bidestxistin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu