NûçeRojhilatanavinSûriye

Rexneya Sûriyê ji Saziya Qedexeya Çekên Kîmiyayî

Wezareta karên derve ya Sûriyê ji pesendnama Saziya Qedexeya Çekên Kîmiyayî li bara vî welatî rexne kir.

Li gorî rapora ajansa fermî ya nûçeyan a Sûriyê nasyar bi SANA News`ê, wezareta karên derve ya Sûriyê roja yekşemiyê bi daxûyaniyekê ragihand ku pesendnama konseya cihêner a Saziya Qedexeya Çekên Kîmiyayî li bara Sûriyê nîşana dudestetiya di nava welatên endamê vê konseyê ye.

Wezareta karên derve ya Sûriyê destnîşan kir: Saziya Qedexeya Çekên Kîmiyayî ji erka xwe ya têknîkî dûr ketiye û siyasîkariya nav endamên vê konseyê zêde bûye.

Wezareta karên derve ya Sûriyê herwiha dijayetiya xwe digel tawanên hilêxistî li pesendnama Saziya Qedexeya Çekên Kîmiyayî ragihand û destnîşan kir ku ev pesendname bêla û serbixwe nine û tenê nîşana nêrîn û helwêsta çend welatan e.

Saziya Qedexeya Çekên Kîmiyayî 11`ê Mijdarê di Laheya Holandayê da bi saya bikaranîna bandora çend welatên endam, li dijî dewleta Sûriyê biryar da. Eva li halekî ye ku komên têrorîst li bêdengiya civakên navneteweyî li dijî welatiyên sivîl li bajarên Sûriyê çekên kîmiyayî bi kar tînin (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu