NûçeRojhilatanavinYemen

Rexneya Tevgera Gelanî ya Ensarullah a Yemenê ji hebûna hêzên sûdanî li Yemenê

Tevgera Gelanî ya Ensarullah a Yemenê bi ragihandina vê yekê ku serketina serhildana Sûdanê girêdayî bi paşvekişiyana hêzên vî welatî ji Yemenê ye, ji serhildêrên Sûdanê xwest ku bi zexta xwe li ser çekdaran, wan han bidin ku ji Yemenê paşve bikişin û ji hevpeymaniya Siûdî derkevin.

Li gorî rapora IRNAyê, Mekteba Siyasî ya Tevgera Gelanî ya Ensarullah a Yemenê roja Duşemiyê bi daxûyaniyekê ragihand: Nayê pejirandin ku Omer El Beşîr Omer Beşîr ji ser desthilatê bavjin û pergala serdest li Sûdanê biguherînin, lê hema wisa li dijî gelekî serbixwe wekî gelê yemenê ku dixwaze çarenivîsa xwe biguherîne, şer bikin.

Tevgera Gelanî ya Ensarullah a Yemenê her wiha tevî tawanbarkirina çekdarên sûdanî bi sûcê destdirêjiya li ser jinekê li rojavaya Yemenê, ji rêxistinên Mafên Miropvan daxwaza damezirandina komîteyekê jibo hilkolandina cinayetên hevpeymaniya destdirêjkeran li Yemenê kir.

Tevî dijayetiya gelê Sûdanê digel hebûna çekdarên vî welatî li şerê Yemenê, Konseya Leşkerî ya Veguhêzer a vî welatî demek beriya niha destnîşan kir ku hêzên çekdar ên Sûdanê heta serêxwegirtina tam a armancên hevpeymaniya Erebî bi serokatiya Erebistanê, dê li Yemenê bimînin.

Ji ber şerxwaziya Erebistanê û hevpeymanên vî welatî li dijî Yemenê ji 26ê Adara sala 2015an va ku ev şer dest pê bû heta niha bi dehan hezar ji yemeniyan hatine kuştin. Bi dehabn hezarî birîndar bûne. Bi miliyon kesî aware û derbider û bêşûnûwar bûne. Gellek ji binavahiyên xizmetgihaniyê li vî welatî ji wan nexweşxane, pergala avgihanî, cereyan, rê, dibistan kavil û wêran bûne.

Ji ber destdirêjiya leşkerî ya Erebistanê welatê xizan û belengaz ê Yemenê tûşî kêmbûna giran a xurek û dermanê bûye.

Rêjîma Siûdî û hevpeymanên wê heta niha ji ber Berxwedana gelê Yemenê nekarîne tu yek ji armancên xwe (ji wan desthilatdarkirina kirêgirtiyên xwe li vî welatî) bi dest bixin.

Başa dön tuşu