ÎranNûçeRojhilatanavin

Rêya Hesin a Kirmanşanê bi rêya hesin a seranserî ya Îranê ve hat girêdanê

Serokê Komara Islamî ya Îranê îro bereberê sala nû ya koçî-tavî ya 1397`ê, rêya hesin a Fîrûzan-Kirmanşanê bi dirêjatîya 110 kîlomtran vekir.

Hesen Rûhanî li rawestgeha rêya hesin a Kirmanşanê amade bû û bi merasimekê sûdwergirtina ji rêya hesin a Fîrûzan-Kirmanşanê destpê kir û ferman da ku yekem tirêna rêwîhilgir ji Kirmanşanê ber bi Meşheda pîroz li bakûra rojhilata welêt da.

Bi destpêbûna sûdwergirtina ji proja rêya hesin a Fîrûzan-Kirmanşanê bi dirêjatîya 110 kîlomtran, dê bajarê Kirmanşanê bi rêya hesin a seranserî ya welêt va bê girêdanê û tranzîta kel û pelan, hatin û çûyîna rêwîyan û zîyaretkirên warên pîroz dê bê hêsankirin û trafîka cadeyan bê sivikkirinê.

Proja rêya hesin a rojavaya Îranê bi dirêjatîya 605 kîlomêtran ji rawestgeha Semenganê nêzîk Erakê destpê dibe û bi derbasbûna ji şarên Melayir, Nehavend, Kengawer, Sehne, Kirmanşan, Islamabada Rojava, Gîlana Rojava û Qesir Şirînê digihêje şarê Xosrevî li sînorê Îran û Iraqê û ji wir va jî bi rêka Xaneqîn, Bexda, Mûsil, Qamişlo, Dêrezor, Reqe û Helebê va digihêje Bendera Laziqîyê.

Serokê Komara Islamî ya Îranê îro bi merema seredana deverên erdhejlêketî yên rojavaya welêt, hevdîtina digel niştecihên van deverana û destpêkirina sûdwergirtina ji proja rêya hesin a rojavaya welêt, derbasî parêzgeha Kirmanşanê bû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu