IraqNûçeRojhilatanavin

Ebadî li bara bicihbûna hêzên pêşmerge li Kerkûkê hişyarî da

Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê li bara dûhatên fukarsaz ên kêşeyan bi taybet piştî weşandina hin raporan li bara kombûna hêzên Pêşmerge li parêzgeha Kerkûkê hişyarî da Herêma Kurdistanê.

Ebadî her wiha got: “Li gorî zanyariyên ku gihîştine me, hêzên Pêşmerge li Kerkûkê kom bûne; Em vî karî xeternak dizanin. Tiştê ku li hemî navçeyê kêşeliser navbera Bexda û Hewlêrê nayê qebûlkirin. Dewleta Iraqê her cûre kêşe û anîna hêzan bo navçeyên kêşeliser red dike“.

Serokwezîrê Iraqê ji Herêma Kurdistana Iraqê xwest ku pêngavên lezgîn ji bo asayîkirina rewşê rake û rê bide ku hêzên iraqî vegerin van deveran.

Heyder Ebadî got ku rêvebiriya van navçeyan divê bi awayê hevpar lê di bin rêberiya dewleta federal li Bexdayê be.

Wî destnîşan kir: “Em siyaseta daqurtandina erdê û ketina ber karê pêkhatî bi zora çekê napejirînin“.

Serokwezîrê Iraqê got: “Hêzên Pêşmerge komtrola parêzgeha Kerkûkê û hejmareka  navçeyên kêşeliser li Iraqê ji ber aloziyên ewlehiyê li vî welatî pişûtî serdestiya DAIŞ`ê li ser hin parêzgehên Iraqê girtin destê xwe“.

Wî got: “Helwêsta me li warê dijayetiya li hemberî lidarxistina Giştpirsîna Cudabûnê li Herêma Kurdistana Iarqê naguhere û pêkanîna gotûbêjan girêdayî bi betalkirina Giştpirsînê û sozdariya li hemberî Qanûna Bingehîn e“.

Ebadî her wiha got: “Nêrîna merceyên dînî zelal û aşkira ye. Ewna pişta yekîtî ş yekparçetiya axa Iraqê û sozdariya li hemberî qanûna bingehîn digirin“.

Wî di dewamê da got: “Pêngav û biryarên dewleta Fêdêral li ser Giştpirsînê bi armanca darizandina welatiyên kurd nîne; belkî li ser xêra wan û hemî iraqiyan e“. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu