FilistînNûçeRojhilatanavin

Rezaleta li Urdinê, amadetiya ereban jibo aşitiya bi Îsraîlê re

Rayedarên welatên erebî roja çarşemiyê li dawiya civîna yek rojî ya Yekitiya Ereban li Urdinê ragihandin, amade ne ku aşitiya dîrokî tev Rejîma Siyonîstî pêk bînin bi şertekê ku ev rejîma ji erdên dagirbûyî yên şerê sala 1967 paşde vekişe.

 Ragihandina  fermî ya plana  aşitiya ereban tev Îsraîlê ji aliyê Yekitiya Ereban li halekê ye ku  piraniya hakimên  welatên erebî bitaybet Erebistanê û Behreynê li salên  dawiyê li bêdengî û bi awayekî fermî peywendiyên  xwe tev  rejîma dagirker a Qudsê, dijminê sereke  yê gelê Filistînê û cîhana Îslamê destpê kirine.

Li gorî rapora El-Alamê, li daxûyaniya  vê civînê ku ji aliyê Ehmed Ebû El-Qeyt, sekreterê giştî yê Yekitiya Ereban hat xwendinê, bêyî berçavgirtina xwesteka gelê Filistînê, her wiha  ser dewama  muzakirên  lihevkirina  navbera  teşkîlata  xweîdarekir a Filistînê û Îsraîlê li gorî rêçareya du dewletan hatiye tekezkirin.

Gel û grûpên  têkoşer ên filistînî lê tim bawer in ku hevkariya  teşkîlata xweîdarekir  a Filistînê bi Îsraîlê re, xetera cidî jibo filistîniyan tê hejmarê û dewama muzakirên  lihevkirinê tim  ser ziyana  filistîniyan  bûye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu