Bi sedan filistîniyên rûniştiyê Gazayê berêvara çarşemiyê bona rêzgirtina ji roja hêrîsên filistînî, 19 Nîsanê û piştgiriya ji filistîniyên di zindanên Îsraîlê de ber bi meqera komîta cîhanî ya xaça sor li bajarê Gazayê meş û rêpîvan bi rê xitsin.
Hêsîrên filistînî midehek berî niha gireva birçîbûnê ya ne bi sînor bona dasepandina şertên xwe bo berpirsên Rejîma Îsraîlê li çarçoveya Şerê Kerameta 2 destpê kirin ku ev gireva çend rojan berî niha gihêşt encamê û dagirkiran şertên wan qebûl kirin.
Li gorî rapora Tesnîm Newsê, şêx Nafiz Îzam endamê nivîsgeha siaysî ya tevgera cîhada Îslamî ya filistînê li vê meşê got: semera xwîn aşehîdan û cangorîkirina hêrîsên filistînî ye ku çarenivîsa gelê filistînê kivş dikin û filistînî li hember zilm û zordariyê ber xwe didin û dê erdê xwe ji lepên dagirkiran rizagr bikin. Ehmed El-Mudlel ji rêberên tevgera cîhada Îslamî ya filistînê jî teqez kir: Gelê Filistînê dê hêsîran bi tenê nehêlin û civaka navneteweyî û azadeyên cîhanê divê zext û zorê bînin ser dagirkiran da ku mafên hêsîrên filistînî biparêzin û berxwedana Filistînê jî divê hemî hêza xwe besîc bikin da ku dagirkir veguhartina hêsîran qebûl bikin.
17 Nîsanê ji sala 1974`an bi pejirandina konseya neteweyî ya Filistînê wek roja hêsîrên filsitînî hatiye binavkirin û li vê rojê Mehmd Bekir Hicazî wek yekim hêsîrê filistînî piştî dagirkirina sala 1967`an ji zindana Rejîma siyonîstî hatazadkirin.