ÎranNûçeRojhilatanavin

Rêzgirtina mêvanên pişkdarê Konfiransa Navnetewî ya Tifaqa Islamî li Imam Xumêynî (RE)

350 kesayetîyên berbiçav ên bîyanî yên pişkdarê 32`emîn Konfiransa Navnetewî ya Tifaqa Islamî şeva buhurî li mezargeha Imam Xumêynî (RE) xîmdarê Komara Islamî ya Îranê amade bûn û rêz li wî girtin.

Mêvanên pişkdarê 32`emîn Konfiransa Navnetewî ya Tifaqa Islamî şeva buhurî li mezargeha Imam Xumêynî (RE) xîmdarê Komara Islamî ya Îranê bi danîna qeftegulê rêz li wî girtin.

Sêkrêtêrê Giştî yê Civata Cîhanî ya Lihevnêzîkirina Mezhebên Islamî di vê merasimê da bal kişand ser vê yekê ku îsal 350 mêvanên ji 81 welatên cîhanê di 32`emîn Konfiransa Navnetewî ya Tifaqa Islamî da pişkdar bûne û got: Bijareyên misilman bi pişkdarbûna di vê konfiransê da ji cîhanê re selimandin ku rê û armanca Imam Xumêynî (RE) di nav umeta islamê da wek berê zindî ne.

Ayetullah Muhsin Erakî herwiha got: Bi xêra rênimûnîyên hekîmane yên rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî, armancên Imam Xumêynî (RE) li cîhana islamê serêxwe girtine.

Sêkrêtêrê Giştî yê Civata Cîhanî ya Lihevnêzîkirina Mezhebên Islamî herwiha pêgirî li ser vê yekê kir ku lidarxistina Konfiransa Navnetewî ya Tifaqa Islamî li Têhranê iqtidar û ewlehîya Îrana islamî nîşan dide, got ku pişkdarîya pirrcoş a mêvanên derveyî di vê konfiransê da bi wateya beyeta dubare ya misilmanan digel Imam Xumêynî (RE) û armancên bilind ên wî ye.

32`emîn Konfiransa Navnetewî ya Tifaqa Islamî roja şemîyê bi amadebûna Serokê Komara Islamî ya Îranê, Hesen Rûhanî bi durişma “ Quds, mêhwera yekitîya ometê“ bi pişkdarîya zêde ji 350 mêvanên ji 100 welatên cîhanê li Têhranê destpê bû.

Başa dön tuşu