ÎranNûçeRojhilatanavinSûriye

“Sekinîna li hemberî têrorîstan hewcedara hevkariya hemî welatan e“

Destyarê taybet ê serokê meclisa şêwraya îslamî ya Îranê li warê navneteweyî li ser dewama piştgiriyên Komara îslamî ya Îranê ji Sûriyê pêgirî kir û got: “Sekinîna bingehîn li hemberî têrorîstan hewcedara hevkariya gişt welatan e“.

Destyarê taybet ê serokê meclisa şêwraya îslamî ya Îranê li warê navneteweyî, Husêyn Emîrevdillahiyan roja Yekşemiyê li hevdîtina tev balyozê Sûriyê li Têhranê, Ednan Mehmûd, got: “Komara Îslamî ya Îranê ji her cûre pêngavê bi armanca pêkanîn aştî û ewlehiya mayînde û têkoşîna li hemberî têrorîsma tekfîrî li navçeyê bi taybet li Sûriyê piştevaniyê dike“.

Destyarê taybet ê serokê meclisa şêwraya îslamî ya Îranê li warê navneteweyî tevî pîrozkirina serketinnê vê dawiyê yên hêzên çekdar ên Sûriyê li şerê dijî komên têrorîst, got: “Niha dema wê hatiye ku civaka cîhanî bala xwe bide ser nûavakirina Sûriyê“.

Balyozê Sûriyê li Têhranê, Ednan Mehmûd jî li hevdîtina digel Destyarê taybet ê serokê meclisa şêwraya îslamî ya Îranê li warê navneteweyî tevî diyarkirina sipasiya xwe ji piştgiriyên berdewam ên Komara îslamî ya Îranê ji Sûriyê, got: “Gelê Sûriyê wê tu wextî piştgirî û berevaniya dewletû  gelê Îranê ji Sûriyê li qeyrana pêkhatî ji bîr neke“.

Wî her wiha li ser dewama gotûbêjên dualî û çendalî navbera Sûriye û Komara îslamî ya Îranê tev welatên din ji bo pêkanîna aştî û aramiyê li navçeyê pêgirî kir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu