ÎranNûçeRojhilatanavin

Daxûyanîya dewleta Komara Islamî ya Îranê bi boneya koça dawîyê ya ayetulah Haşimî-refsencanî

Dewleta Komara Islamî ya Îranê bi dû koça daîwyê ya ayetulah Haşimî-refsencanî serokê civata kifşkirina berjewendîyên Nizama Îranê daxûyanîyek da.

Daxûyanîya dewleta Komara Islamî ya Îranê bi boneya koça dawîyê ya ayetulah Haşimî-refsencanî bi vî awayî ye:

بسم الله الرحمن الرحیم

انا لله و انا الیه راجعون

Alimê têkoşer, inqilabîyê newestîyayî û dost û hevrêyê dêrîn ê hezretê îmam Xumêynî (RE) ku emrê xwe yê tijîbereket di pêkhatina inqilaba islamî, damezirandina nizama komara islamî, berpirsîyên giran ên birêvebirina welêt û berevanîya pîroz da derbas kir, çû ber dilovanîya Xwedê.

Nav, bîrewerî û fêrkarîyên wî dostê koçkirî, yê hertim li esmanê Îranê û inqilaba islamî biçilvilin û bibin mînakek jibo emekdarên armancên inqilaba islamî.

Dewleta Komara Islamî ya Îranê ji ber vê karesata mezin sersaxîyê dide hezretê îmam Mehdî (Xwedê teala di zihûra wî da lezê bike), rêberê giranqedir ê inqilabê hezretê ayetulah ozma Xaminêyî, alim û merceên birûmet ên teqlîdê, malbata hêja ya wî û gelê rêzdar ê Îranê û bi armanca rêzgirtina li vî dost û hevrêyê dêrîn ê îmam Xumêynî (RE) û rêberê inqilabê 3 rojan şîna giştî û roja sêşem 21`ê Dêymehê (10`ê Çilê) jî betlaneya giştî radigihîne û gelê qedirzan ê Îran jibo pişkdarîya berfire û dîrokî li merasima rakirin û definkirina cenazê pak ê wî vedixwîne.

Merasima rakirin û definkirina rehmetîyê ayetulah Haşimî-refsencanî yê sibê siet 10`ê sibê li ber Zanîngeha Têhranê va destpê bibe û yê meytê wî bibin bajarê pîroz ê Qumê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu