CîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Rîçard Morfî, alîkarê wezîrê karên derve yê berê yê Emerîkayê: Kiryarên li dijî Îranê yên Koşka Sipî bê encam bûne

Raydarê berê yê emerîkî, siyasetên li dijî îranî yên koşka Sipî bê encama dan zanîn.

Rîçard Morfî, alîkarê wezîrê karên derve yê berê yê Emerîkayê, roja Şemiyê li gotûbêja bi IRNAyê re, hewldana Dewleta Trump serokkomarê Emerîkayê ji bo pêkanîna nearamiyê li nav Îranê fikreke pûç da zanîn û got ku bernama koşka sipî ji bo pêkanîna aloziyê li Îranê bêencam e.

Vî rayedarê berê yê Emerîkayê bal kişand ser bêencambûna nihêrîna dewleta Trump li dijî Îranê û got: Tundrê li koşka sipî di ser postên hestyar de ne, lê eva ku bixwezin gelê Îranê han bidin bo guherîna nizama vî welatî, bêhûde ye.

Li gorî gotina Rîçard Morfî, piştgiriya  rayedarên dewleta Trump ji koma terorîstî ya Munafiqan  nayê pînekirin.

Mayk Pompêo, wezîrê karên derve yê Emerîkayê, pêştir  li helwstên xwe yên li dijî Îranê, piştgirî dabû koma terorîstî ya Munafiqan.

Civîna  salane ya  koma Munafiqanê  li Parîsê hat lidarxistin ku şêwirmendên nêzîkî serokkomarê Emerîkayê  li vê civînê  beşdariyeke aktîv hebûn.

Koma terorîstî ya Munafiqanê, bi piştgiriya  Emerîka û Rejîma Siyonîstî li operasyonên  cur ibi cur ên terorîstî li salên buhurî , nêzîkî 17 hezar welatiyên  îranî teror kiriye.

Başa dön tuşu