ÎranNûçeRojhilatanavin

Riya çareseriya pirsgirêka Miyanmarê xebata pratîk a welatên misilman e

Rêberê mezin ê inqilaba îslamî ya Îranê bi rexnekirina bêdengî civata cîhanê bê teybet bê dengiya rêxistinên cîhanî û welatên ku îdiaya berevaniya ji heq û mafê mirovan dikin li hemberî rûdawên diltezîn ên li Miyanmarê destnîşan kir: Riya çareserbûna vê krîzê xebata pratîk a welatên misilman û zextûzora siyasî û abûrî ser dewleta bê rehm a Miyanmarê ye.

Li gor rapora IRIB News`ê, Hezretê Ayetullah Uzma Xamineyî rêberê mezin ê Înqilaba îslamî ya Îranê li ser dersa Xaricê Fiqhê ya îro sêşemê bal kişand ser pêwîstiya xebata welatên cîhanê û xebata partîk a dewletên îslamî û got: Helbet mebesta xebatên pratîk ne eva ye ku êrişa leşkerî bê kirin, belkî pêwîst e zextûzora siyasî, abûrî û tecarî ser dewleta Miyanmarê zêde bikin û civata cîhanî dijî van cinayetan bê deng nemînin.

Hezretê Ayetullah Uzma Xamineyî pêkanîna civîna konferansa Rêxistina Hevkariya Îslamî ji bo hilkolandina cinayetên Miyanmarê pêwîst daye zanîn û destnîşan kir: Cîhana îro cîhana zilmê ye û Komara îslamî ya Îranê divê xwe serbilind û bi şanazî bizane ku hertim li hemberî zilmê li her ciyekî cîhanê radiweste, çi li erdên dagîrbûyî yên filistîniyan bi destê Rejîma Siyonîstî, çi li Yemen û Behrêyînê û çi jî li Miyanmarê siyaseta xwe ya li dij zilm û zorê bi eşkera û bi mêrxasî diyar dike.

Rêberê mezin ê inqilaba îslamî ya Îranê kêmreng û biçûknîşandana karesata miroanî li Miyanmarê û nimandina wê wekî şer û kêşeyeke mezhebî di navbera misilmanan û Bûdayiyan şaşitiyek daye zanîn û ragihand: Renge li vê rûdawê tesîbên mezhebî jî tesîra xwe hebe, lê vê rûdawê xîm û binyateke xwe ya siyasî heye ji ber ku ev rûdawa bi destê dewleta Miyanmarê qewimiye û seroka dewletê jî jineke dilreq û  bê rehm e ku xelata Nobêlê standiye ku bi vê şêwaz û siyasetê bi rastî ku ev xelata Nobêlê jî mir.

Hezretê Ayetullah Uzma Xamineyî bi rexnekirina sekreterê giştî yê Rexistina Netewên Yekgirtî ku tenê karesata mirovîan ya Miyanmarê şermezar kiriye, destnîşan kir: Kesên ku îdiaya berevaniya ji heq û mafê mirov dikin û carina ji bo sizadana tawanbarekê li welatekê helahelayan bi rê dixînin, niha li hemberî kuştin û awarekirina bi dehan hezar ji xelkê Miyanmarê tu bertekek nîşan nadin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu