IraqNûçeRojhilatanavinSûriye

Riya DAIŞ`ê ya navbera Iraq û Sûriyê hate birîn

Hêzên gelanî yên Iraqê (Heşdî Şebî) riya pêwendiya DAIŞ`ê li du aliyên Iraq û Sûriyê ku ji wir alîkarî û çek û sîlah digihêştin ber destê vê grûpa terorîstî birîn.

Televîziyona Al-Alamê ragihand ku hêzên Heşdî Şebî û artêşa Iraqê li Teleferê ya rojavayê Mûsilê riya terorîstên DAIŞ`ê ji Iraqê bo Reqqayê li Sûriyê birîn û gelek ji terorîstên hanê kuştin û birîndar kirin.

Hêzên Heşdî Şebî herwiha riya balafirgeha Teleferê ber bi navenda vî bajarî jî birîn.

Herwiha li gor nûçeyeke din artêşa Sûriyê bi dehan terorîstên DAIŞ`ê li başûra Mûsilê kuştin û birîndar kirin.

Nûçegihanê Al-Alamê ji başûra Mûsilê ragihand ku li vê deverê hevdemê êrişa DAIŞ`ê ser navendên leşkerî, hêzên iraqî rê li ber wan girtin û zêde ji 40 kes ji wan kuştin û 11 kes jî hêsîr kirin.

Li vî halî de hat ragihandin ku hêzên Heşdî Şebî hewldana terorîstan ji bo têkbirina dorpêçiya Teleferê bê encam kirin û sê balafirên wan ên bê pîlot jî ji nav birin.

Al-Alamê herwiha ragihandiye ku hejmarek ji serkirdên DAIŞ`ê revîne derdora Mûsilê û li vî halî de wan gelek berhemên dîrokî û destnivîsên dîrokî jî bi xwe re birine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu