Li saya işkestên berdewam ên hevalbendiya neyarên Sûriyê, serokê vê hevalbendiyê ji ber qaşo rewşa xirab a fîzîkî, îstifa kir.
Li gorî rapora Fars Newsê, Riyaz Sêyf, serokê hevalbendiya nasiyar bi hevalbendiya neteweyî ya neyarên Sûriyê ku sala 2013`an li Tirkiyê pêk hat, îro îniyê got ku rewşa tendrustiya min li rojên derbasbûyî xirabtir bûye û êdî ez nikarim erkên xwe li serokatiya hevalbendiyê cih bînim.
Sêyf, şeşemîn serokê vê hevalbendiyê ye. Ew li Gulana 2017`an hatibû bijartin. Hevalbendiya neyaran her çend mehan carkî ji bo bijartina serok, hilbijartinên navxweyî li dar dixe.
Hevalbendiya neyaran, komek e ji neyarên sûrî ku piraniya wan di derve jiyan dikin. Hevalbendiya nyarên sûrî tim ji aliyê Emerîka û hevpeymanên wê yên rojava û erebî piştgirî dibe ku xwediyê 63 endaman e.
Ji ber pirsgirêkên navxweyî navbera endamên hevalbendiya neyaran, ev koma li saya işkestên berdewam li warê siyasî û meydanî yê Sûriyê li bijartina serokê nû, dê karekî giran pêşberî xwe de hebe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)