Çavkaniyên siûdî êrişa gemiyên yemenî ser paporeke mûşekavêj a siûdî piştrast kirin û li bara kuştin û birîndarbûna çend eskerên vî welatî agahî da.
Ajansa nûçan a Erebistanê ragihand: Li encama êrişa roja duşemiyê ya sê gemiyên yemenî ser paporeke mûşekavêj a Eerebistanê li peravên parêzgeha Hedîdê du eskerên siûdî hatin kuştin û sê kesên din jî birîndra bûn.
Di eynîdemê de hat ragihandin li encama êrişên hevalbendiya siûdî ser bajaroka li peravê ya El-Mexayê li parêzgeha başûrê Teizê ya Yemenê hejmarek ji welatiyên bêberevan hatin şehîdkirin û hejmarek jî birîndar bûn. Pireya Irfanê li bajaroka El-Mexayê ya parêzgeha Teizê bibû navend êrişên roja duşemiyê ya balefirên cengê yên siûdî ser vê navçê .
Balefirên cengê yên siûdî her wiha du caran êriş kirin ser navça Wadî El-Deqîqê li bajaroka Kitafê û li êrişên xwe bombeyên işûyî bikar anîn. Li bara kuştiyên vê êrişê tiştek nehatiye ragihandin .
Xelkê sivî goriyên sereke ên êrişên 22 mehên buhurî yê Erebistanê ser Yemenê ne. Li encama van êrişan a ku bi piştgiriya Emerîka û çend welatên ereb tim didome. Nêzîkî 10 hezar yemenî hatine şehîdkirin û bi dehan hezar kes jî birîndar bûne û bi sedan hezar kes ji mişext û aware bûne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)