ÎranNûçeRojhilatanavin

Riza Erdekaniyan: Peywendiyên Têhran û Moskowayê dê hîn berfirehtir dibin

Riza Erdekaniyan, wezîrê enerjiyê yê Îranê roja çarşemiyê dema  gihêşt Moskowayê bal kişand  ser helwesta  baş a Rûsiyê li hember mesela derketina  Emerîkayê ji rêketina navokî û destnîşan kir: Peywendiyên Têhran û Moskowayê dê hîn  berfirehtir dibin.

Riza Erdekaniyan, wezîrê enerjiyê yê Îranê ku ser deweta Elêksander Novak wezîrê enerjiyê yê Rûsiyê sefera vî welatî kiriye, biryar e, xêncî wezîrê enerjiyê tev wezîrê karûbarên  Qefqazê bakurî yê Rûsiyê, sekreterê giştî yê Yekitiya  Ûrasiyayê jî hevdîtin û gotûbêjê bike.

Gotûbêja bi nûnerên  şîrketan û bankên  rûsî û aktîvkirina  komîsyona  hevpar a hevkariya Îran û Rûsiyê ji bernameyên dine wezîrê enerjiyê yê Îranê li sefera Moskowayê hatiye ragahndin.

Komîsyoan dawiyê ya hevpar a hevkariya Îran û Rûsiyê, Adara 2018`an  li Moskowayê hat lidarxistin.

Başa dön tuşu