Riza Erdekaniyan, wezîrê enerjiyê yê Îranê roja çarşemiyê dema gihêşt Moskowayê bal kişand ser helwesta baş a Rûsiyê li hember mesela derketina Emerîkayê ji rêketina navokî û destnîşan kir: Peywendiyên Têhran û Moskowayê dê hîn berfirehtir dibin.
Riza Erdekaniyan, wezîrê enerjiyê yê Îranê ku ser deweta Elêksander Novak wezîrê enerjiyê yê Rûsiyê sefera vî welatî kiriye, biryar e, xêncî wezîrê enerjiyê tev wezîrê karûbarên Qefqazê bakurî yê Rûsiyê, sekreterê giştî yê Yekitiya Ûrasiyayê jî hevdîtin û gotûbêjê bike.
Gotûbêja bi nûnerên şîrketan û bankên rûsî û aktîvkirina komîsyona hevpar a hevkariya Îran û Rûsiyê ji bernameyên dine wezîrê enerjiyê yê Îranê li sefera Moskowayê hatiye ragahndin.
Komîsyoan dawiyê ya hevpar a hevkariya Îran û Rûsiyê, Adara 2018`an li Moskowayê hat lidarxistin.