ÎranNûçeRojhilatanavinZanîstî

Robota nû ya Îranê: Sorêna 4

Robota şibê mirovan a îranî ya bi navê Sorêna 4 li zanîngeha Têhranê hat nimandin.

Li gorî rapora IRNA`yê, robotên şibê mirovan a bi navê Sorêna 4 ku roja şemiyê bi beşdariya Sorêna Setarî, alîkarê zanist û teknolojî yê serokkomarê Îranê hat nimandin, hêza çûyîna bi lezgîniya 0.7 km /h heye û dikare tekstê bike wek gotin.

Robotekî şibê însanan berhemekî tam îranî ye û bi şikla xwecihî ji aliyê şarezayên îranî li zanîngeha Têhranê hatiye dîzaynkirin û heta niha 4 nusxeyên wê hatine raberkirin.

Robota Sorênayê, 170 cm û 70 kg, dikare ser erdê xar û xîç bimeşe û dema pêkhatina pirsgirêkê, hevsengiya xwe peyda bike.

Başa dön tuşu