AsyaÎranNûçeRojhilatanavin

Rohanî: Dewlet hemû hêza xwe bikar digre ku abûra berxwedanî serê xwe bigir û geş bibe

Serokkomarê Îranê got: Dewlet hemû hêz û karîna xwe bikar tîne ji bo ku abûra berxwedanê îserê xwe bigire û geş bibe û pêş keve.

Hesen Rohanî serokkomarê Îranê li hevdîtina xwe ya îro yêkşemê tev hin birêvebir û kedkar û karmendên teşkîlatên dewletê û birêveberên saziyên birêvebirina karûbaran ên welêt ragihand dewlet li sala nû ya koçî tavî ku rêberê mezin ê Înqilabê navê `Sala Abûra Berxwedanî û Pêngavrakirin û Xebetê`lê kiriye dixebite ku bernamên xwe bona cihanîna siyaseta berxwedanî piştî rabûna boykotan bidomîne.

Ruhanî piştgiriya xwe ji berhemanîna hundirî ragihand û desnîşan kir li siyaseta abûra berxwedanî pêwîst e ku bernama geşatiya abûrî li hemû war û mijarên abûrê û çêkirina kar û xebatê ji bo xurtan û berfirekirinna tecaretê tev welatên cîhanê were berçavgirtin.

Rûhanî herwisa detnîşan kir, Abûra berxwedanî pê siyaseta geşatiya abûrî ji hundir û pêkanîna abûreke geş û bi tesîr ku gefên biyanî nekaribin li ser vê cure abûrê tesîr bike dikare sermayê zêdetir bike.

Rohanî herwisa diyar kir: Ji ber rênimûniyên rêberê mezin ê inqilabê û hevgirtina berpirsên welêt mesela navokî ya Îranê çareser bû û boykotên zalimane yên dijî Îranê hatine hilanîn û xebatên navokî yên Îranê nîşanek ji hevkariya cîhanî tev Îranê hate naskirin ku eva serketinek ji bo gelê Îranê li sala bihurî bû. (ÎSLÂMİ DAVET KURDİ)

Başa dön tuşu