AsyaÎranNûçeRojhilatanavin

Rohanî ji dewlet û gelê Pakistanê re sersaxî xwest

Serokkomarê Îranê ji ber kuştina birek ji xelkê Pakistanê li teqîna terorîstî ya Lahûrê ji xelk û dewleta vî welatî re sersaxî xwest.

Li gor rapora IRIB News’ê, Hesen Rohanî serokkomarê Îranê ji bermirina hejmarek zav ji xelkê Pakistanê ji ber teqîna terorîstî ya Lahûrê ji gote xelk û dewleta vî welatî re sersaxî xwest û li peyama xwe ya sersaxîxwestinê ji bo Newaz Şerîf serokwezîrê Pakistanê bilî mehkûmkirina vê kiryara terorîstî destnîşan kir; Ew kesane dest bi kuştina xelkê bê guneh kirine ku hebûna xwe di nav alozkirina welatn dibînin.

Rohanî bilî diyarkirina xemgîniya xwe û hevderdiya tev malbatên qorbaniyên kiryara terorîstî ya Lahûra Pakistanê, hêviya serbilindî û ewlehî û pêşketinê ji bo xelkê Pakistanê kir.

Ji ber teqîna roja yêkşemê li parka Gulşen Eqbala bajarê Lahûrê herî kêm 70 kes hatine kuştin û zêde ji 300 kes jî birîndar bûn. (ÎSLÂMİ DAVET KURDİ)

Başa dön tuşu