FilistînÎranNûçeRojhilatanavin

Roja Cehanî ya Qudsê roja diyarbûna vîn û iradeya gel û dewletên islamî li dijî Rêjîma Siyonîst e

Serokê Meclisa Şêwraya Îslamî ya Îranê, Elî Larîcanî êvara sêşemiyê li bereberê roja cehanî ya Qudsê bal kişande ser vê yekê ku welatên rojavayî hertim li dû xalifandina raya dewlet û gelên islamî ji şopandina pirtsgirêka Filsitînê bûne û got: Serketina Inqilaba mezin a islamî bi rêbertiya Îmam Xumêynî (RH) xîmdarê Komara îslamî ya Îranê bû sebeb ku gelên cehanê ji şopandina meseleya Filsitînê newestin.

Dawîn îniya meha pîroz a Remezanê bi dahêneriya îmam Xumêynî (RH) xîmdarê Komara Îslamî ya Îranê wek roja cehanî ya Qudsê hatiye binavkirin ta ku misilmanên seranserî cehanê, nefret û bêzariya xwe ji siyasetên nijadperestiyê yên Rêjîma Siyonîst ragihînin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu