AsyaFilistînÎranNûçeRojhilatanavin

Roja Cîhanî ya Qudsê yek ji yadigarîyên Îmam Xumêynî (RE) xîmdarê Komara Islamî ya Îranê jibo pêkanîna tifaq û biratîyê di navbera misilmanan da ye

Sefîrê Îranê li Enqerê got: Îran û Tirkîye dikarin bi alîkarîya hev, bilî birêvebirina alîkarîya bo nehîştina zilm û destdirêjîya ser mafê gelê Filistînê, bi danûistandina kêrhatî pêngavên bikêr jibo çareserkirina qeyranên herêmê ji wan ya Sûrîyê rakin.

Mihemed Ibrahîm Tahêrîyanferd sefîrê Îranê li Enqerê duh li merasima pêşwazîya ji Roja Cîhanî ya Qudsê li Tirkîyê herwiha got: Roja Cîhanî ya Qudsê yek ji yadigarîyên Îmam Xumêynî (RE) xîmdarê Komara Islamî ya Îranê jibo pêkanîna tifaq û biratîyê di navbera misilmanan da ye.

Tahêrîyanferd herwiha got: Roja îro dijmin hewl didin bi rêka pêkanîna fitne û bêtifaqîyê li civakên islamî, wan ji hev cida bikin û di encamê da ometa islamê ji meseleyên herîbingehîn ku yek ji wan mijara dagirkirina erdên Filistînê ye dûr bixin.

Wî herwiha got: Sîyonîst di rewşeke wiha da yê bi xatircemî û bêyî berbendekê cinayet, dagirkerî û sîyasetên dijî mirovantîyê yên xwe dijî gelê mezlûm ê Filistînê bidomînin.

Sefîrê Îranê li Enqerê bibîr xist: Li qeyranên herêma Rojhilata Navînê, rêjîma dagirker a Israîlê tam ketîye nav ewlehîyê û xêra herîzêde ji rewşa herêmê û cîhana islamê bidest dixe.

Mihemed Ibrahîm Tahêrîyanferd pêkutî kir: Bê guman Roja Cîhanî ya Qudsê, boneyeke tifaqçêker di çaçrova serêxwegirtina armanca misilmanan û gelê Filistînê di rêka rizgarkirina Qudsa şerîf da ye.

Înîya herîdawîyê ya meha bimbarek a Remezanê li gorî însîyatîfa Îmam Xumêynî (RE) xîmdarê Komara Islamî ya Îranê “ roja cîhanî ya Qudsê“ hatîye binavkirinê ta ku misilmanên cîhanê bêzarîya xwe ji sîaysetên nijadperestane yên Rêjîma Sîyonîst nîşan bidin û ragihînin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu