AsyaÎranNûçeRojhilatanavin

Amadebûna Îran û Rûsiyayê bona berfirehkirina hevkariyên xwe yên li babeta IT`yê

Alîkarên wezîrê peywendî û telekoma Îran û Rûsiyayê ji amadebûna her du welatan ji bo berfirehkirina hevkariyên xwe li babeta teknolojiya IT`yê xeber dan.

Nesrullah Cîhangerd alîkarê wezîrê peywendî û telikoma Îran li hevdîtina xwe ya duh yekşemê tev Îsmayîl Of alîkarê wezîrê peywendî û medyayên giştî yên Rûsiyê li Têhranê got: Îran û Rûsiye bona guhartina rêveberiya cîhanî ya întirnitê hevkariyê dikin.

Cîhangerd destnîşan kir, heta niha li civînên navnetewî yên telikomê hevkariyeke baş di navbera her du welatên Îran û Rûsiyê da hebûye û ev hevkariyên hanê li babeta guhartina rêveberiya cîhanî ya întirnitê dê berfirehtir jî bibe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu