Roja Qudsê derfetek jibo fehmkirina rastiya mesela Filistînî ye
Nunerê Tevgera Berxwedana Islamî ya Filistînê (HAMAS) got ku roja cîhanî ya Qudsê derfeteke guncaw jibo fehmkirina mesela Filistînê ye û divê ev roja wate û têgiheke berfirehtir peyda bike ku anegorî armanca binavkirina wê be.
Li gorî rapora Tesnîm Newsê, Xalid Qudûmî nunerê Tevgera Berxwedana Islamî ya Filistînê (HAMAS) bereberê roaj cîhanî ya Qudsê li hevpeyvîna bi navenda ragihandinê ya Filistînê ra ser pêwîstiya nihêrîna giştalî li bara mesela Filistînê û Qudsa Şerîf û got ku nabe tenê ji babeta aborî û darayiyê lê binêrin.
Qudûmî got ku munasibetên filistînî li cîhana Îslamê ji wana roja cîhanî ya Qudsê derfeteke baş jibo hilkolandina wa gotegot û gumanan e ku li welatên islamî jibo birêxistina bêtifaqiyê navbera gelên islamî tev gelê Filistînê ji wan di navbera birayên îranî û filistînî tên hilêxistin.
Nunerê Tevgera Berxwedana Islamî ya Filistînê (HAMAS) birxistina kempeynên dîplomatîk berî û piştî roja cîhanî ya Qudsê jibo hilêxistian rewşa bitehlûke ya Qudsê û pîlanên navçeyî û navneteweyî jibo jinavbirina mesela Filistînê ji wan kiryaran da zanîn ku dikare îsal ji ber rewşa hesas a Filistînê û navçê were berçavgirtin (BANGÊ ÎSLÂMİ).