FilistînÎranNûçeRojhilatanavin

Roja Qudsê roja berevaniya ji xelkê mezlûm ê Filistînê

îro înê, 25 Remezana 1437an roja cîhanî ya Qudsê ye û misilman li seranserê cîhanê bi lidarxistina xwenîşandana li dijî siyonîstî kîn û nifreta xwe ji cinayetên Rejîma dagirkirê siyonîstî nîşan didin.

Rê û resma bi şan û şeref ameş û rêpîvana roja cîhanî ya Qudsê siet 10 û 30 deyqa îro bi awayekî hevgav li zêde ji 850 bajarên Îranê destpê dibe.

alimên şîe û sune, partî û grûpên curbicur ên nav û dervey Îranê li rojên derbasbûyî bi weşandina daxûyaniyên cida hemî xelk vexwendin ku bi awayekî berfireh û bicoş li mersiam roja cîhanî ya Qudsê û nîşandana kîn û nifreta xwe ji rejîma talankir ê siyonîstî beşdar bibin .

Serokê Komara îslamî, Hesen Rûhanî gotiye./ Îsal bi rêkûpêkî û yekitiyeke zêdetir dê cîhan beşdariya bicoş a xelkê Îranê û welatên din ên Îslamî li mersima berevaniya ji mezlûmiyeta xelkê Filistînê û azadiya Qudsa Şerîf bibîne .

Her wiha li daxûyaniya konseya hewahengiya teblîxata Îslamî hatiye:Roja cîhanî ya Qudsê yek ji hêmanên rastîn ên yekitî û rêkûpêkî û yekitiay cîhana Îslamê û umeta mezin a Resullahê ye û gelê Îrana Îslamî di vê rojê de amadeyî xuliqandina hemaseyeke siaysî ya din li warê neteweyî û anvneteweyî ye ku dengê heqaniyeta gelê mezlûm ê Filistînê û Qudsa Şerîf cardin bighîne guhê cîhanê û heqê mezlûman ji zalim û zordaên rejîma dagirkirê Qudsê bistîne .

Rê û resma roja cîhanî ya Qudsê her wiha îro li zêdetir 80 welatên cîhanê dê birêve here. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu