CîhanFilistînÎmam XumeynîÎranMirovê HejaNûçeRojhilatanavin

Roja Qudsê, roja dijberîya li hemberî zorbêjîyê û ragihandina bêzarîya ji cinayetên rêjîma talankir a Sîyonîst

Îro înî 23`yê meha bimbarek a Remezanê, 8`ê Hezîranê, ROja Cîhanî ya Qudsê ye û misilmanên azadîxwaz ên cîhanê di vê rojê de bi lidarxistina xwenîşandana dijî sîyonîstan bêzarîya xwe ji cinayetên Rêjîma Sîyonîst a talankir nîşan didin.

Merasima Roja Cîhanî ya Qudsê îro di siet 10:30 de bi awayekî hevgav li zêde ji 900 bajarên Îranê destpê bû. Zêde ji 5300 raportêr û nûçegihanên navxweyî û bîyanî wêne û raport têkildarî merasima Roja Cîhanî ya Qudsê li seranserî Îranê belav kirin.

Rayedarên ku îro li vê merasimê axivîn, ser serketina bereya berxwedanê, işkesta fitneya amerîkî-sîyonîstî û vîna gelê Fiilstînê ji bo vegera ser warê xwe axivîn.

Serdar Remezan Şerîf serokê Navenda Serhildan û Qudsê li Îranê, merasima Roja Cîhanî ya Qudsê îsal di halekî da tê lidarxistinê ku bi dû têkçûna DAIŞ`ê û komên din ên têrorîst ku Amerîka, Rêjîma Sîyonîst û piştgirên wan ên navçeyî hatibûn damezirandinê, idî Rêjîma Sîyonîst ewleh namîne û piştgirîya ji gelê Filistînê ketîye qonaxeke nû.

Başa dön tuşu