ÎranNûçeRojhilatanavin

Seyyid Îmam Eli Xameneî: Bila welatên serbixwe li sekinîna li hemberî bûyerên tal ên navçê çalak bin

Rêberê qedirgiran Seyyid Îmam Eli Xameneî bal kişand ser bûyerên tal û bikul ên navçê û rola hin zilhêzan li sepandina bêistiqrarî û şeran ser gelan da û desnîşan kir ku Komara Islamî ya Îranê hertim welatên serbixwe jibo lîstina rol çalak li warê sekinîna li hemberî zordayîna ser gelan vexwendine û ji wan xwest ku bêdeng nebin.

Hezretê ayetulah uzma Xaminêyî rêberê qedirgiran ê cihana Îslamî ya Îranê îro danê êvarê li hevdîtina tev Barot Paxor serokomarê Slovênyayê û taxima ligel wî, pevçûnên giran û tund ên li welatên rojavaya Asîyayê û pêkanîna komên têrorîst ên wek DAIŞ`ê hasila destwerdan û sepandina hin zilhêzan da zanîn.

Rêber Seyyid Îmam Eli Xameneî herwiha got: Erka hemî welatan hewldana jibo vemirandina agirê van pevçûnan e û Komara Islamî ya Îranê jî berovajî propaganda bereya serdest, li gorî vê armancê gavan davêje û bibandor e lê, destwerdanê li karên welatan nake.

Rêber Seyyid Îmam Eli Xameneî hevalbendîya amerîkî ya li dijî DAIŞ`ê işkestxwarî da zanîn û dema ravekirina hegera vê işkestê bal kişand ser du nêrînên heyî û bibîr xist: Li gorî nêrîna yekem, amerîkîyan planek jibo kokbirrkirina DAIŞ`ê tinene û dixwazin wek ingilîsîyan ku di dewrana talankirina Hindûstanê da, Kişmîr wekî hestîyê nav birînê da ragirtin û di encamê da her du welatên cînar Hindûstan  û Pakistan heta roja îro jî hertim di navbera wan da nakokî heye, li hemberî DAIŞ`ê jî wisa bikin ku ev pirsgirêka li Iraqê û yan Sûrîyê çaresernekirî bimîne.

Rêber Seyyid Îmam Eli Xameneî herwiha got: Li gorî nêrîna duyem, amerîkî hez dikin mesela DAIŞ`ê çareser bikin lê, mêkanîzim wisa nînin ku ew bikaribin vî karî bikin ku helbet encama her du nêrînan jî heta vê gavê wekhev bûye û roja îro Iraq û nemaze Sûrîye di rewşeke zef dijwar û tal da ne.

Hezretê ayetulah uzma Xaminêyî bal kişand ser ûhatên birêxistina bêistiqrarîyê li welatên rojavaya Asîyayê ji wan pirsgirêkên têkildarî koçber û penaxwazan û bibîr xist: Li halekî ku welatên ewropî nekarîn herî zêde çend deh hezar penaberî bisitirînin, Îran bi salan e ku mazûvanîya nêzî 3 milyon efganîyî dike û imkanên xwendin û jîyanê jibo wan dabîn dike û bi bêhnfiretîyê reftareke insanî bi koçberan ra dike.

Rêberê qedirgiran Seyyid Îmam Eli Xameneî, êrişên mideha 20 mehên vê dawîyê yên ser gelê Yemenê û jinavbirina nijyarên vî welatî ji hla Erebistana siûdî va jî yek ji bûyerên din ên tal di van rojên navçê da zanî û got: Dewletên serbixwe divê li hemberî van bûyerana bisekinin ji ber ku zordayîna ser miletekî, di rastîyê da êş û kullek jibo hemî mirovantîyê ye.

Rêberê qedirgiran Seyyid Îmam Eli Xameneî herwiha bal kişand ser cihanîna tam a sozên Îranê di çarçova rêkeitnama navokî da û ji bêzosîya alîyên himber di vî warî da rexne girtin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu