Hezretê ayetullah Xamineyî, rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî, berêvara roja çarşemê li hevdîtina komek ji mamoste, lêkol û şarezayên zanîngehên Îranê bal kişand ser nêzîkbûna roja cîhanî ya Qudsê û destnîşan kir: Rêzgirtina roja Qudsê bi tenê berevaniya ji gelekî mezlûm ku ji mal û welatê xwe hatine derxistin nîne, belkî îro berevaniya ji Filistînê, berevaniya ji rasitiyeke pir berfirehtir ji mesela Filistînê ye.
Rêberê Înqilaba Îslamî destnîşan kir: Rawestana li ber Rejîma Siyonîstî, rawestana li ber îstikbarê û nizama serdestîxwaz e û lewma, siyasetvanên Emerîkayê ji vê hereketê aciz in û pêre dijminatiyê dikin.
Rêberê giranqedr ê Înqilabê li axiftinên xwe dest danî ser du meselên giring û desnîşan kir ku her du li pêkanîna howiyet û pênaseyê bo civaka inqilabî û aktîvbûna hirzên rizgarîkir ên Inqilaba Îslamî rola giring û bingehîn hene.
Mesela ewil erk û pêsparteya giring a zanîngehan li pêkanîna zanistê û perwerdekirina hêzên berpirsiyar e ku karîne zanîngehan li gor nihêrîna rêberê giranqedr ê inqilabê bikin navenda zanist, xuliqkarî û bandora ser civakê û welêt.
Hezretê ayetullah Xamineyî li vê barê tekez kir: Ji roja ku zanîngeh li Îranê hatin avakirin serdestxawzan hewl dan ku pêşiya cihhatian liv û tevgereke zanistî li gor jêhatîbûna îranî û nûjenkariya bigrin û her wiha bandora zanîngehê ser civakê ji riya saziyên ewlehiyê û çandî yên kirêgirtî birêve biben.
Lê zanîngehan bi hwldana mamoste û xwendekara karîn ku li vaakirina saziyên inqilabî yên mîna cîhada avedankirinê û Sipahê rola xwe hebin û ev hereketa mezin derfeteke pir giring jibo pêşketina inqilabê û Îranê pêk aniye.
Mesela dudiyan a giring li gotinên rêberê giranqedr ê inqilabê pêwîstiya berçavgirtina alugurên pir lezgîn û cidî li cîhanê ye ku li dehekên pêşber ji cîhanê re gelek mesel û pirsgirêk çê kirine û divê gişt bi taybet ciwan xwe jibo rûbirûbûna bi cîhaneke wisa amade bikin.
Her wek rêberê giranqedr ê inqilabê destnîşan kir: alugurên lezgîn li asta navçeyê û navneteweyî hewcedarê zanetiya zav ser analîzkirina meselan û agehdariya ser meselên curbicur û hewcedarê serbixwetiya û howiyeta rastîn e.
Roja îro ew civakana dikarin bibin xwediyê serbixwetî û howiyeta rastîn ku li ser mesele û alûgurên derdora xwe agehdar û xwedîraman bibin. Bê guman ev tevgera inqilabî divê hevrê bibe bi geşatiya aborî, siyasî, zanistî û çandî ji ber ku heke wisa nebe dê bi ziyan û xisarên pir rûbirû bibin û dê çarenivîsa welêt bikeve ber bandor û nifûza qawetên îstikbarî.
Bi nihrîneke wisa ye ku welatek dikare civakeke berpirsiyar û çalak hebe û peyama xwe li bara meselên çarenivîssaz û edaletxwazane bighîne guhê cîhanê. Nihêrîna Komara Îslamî ya Îranê li mesela Filistînê xwediyê vê taybetmendiyê ye û gelê Îran ji cih û şûneke qahîm û bi îqtidar berevaniya mafên xwe û gelê Filistînê dike.
Tekezkirina rêberê giranqedr ê inqilabê ser giringiya van mijarana tê wateya hişyariya li vê barê jî ku di cîhana îroyîn de kes nikare bêhowiyet bibe û bi xemsarî ji mesel û alûgurên derdora xwe derbas bibe.
Çawa ku rêberê Înqilaba Îslamî desnîşan kir: Rêzgirtina roja Qudsê tenê nayê wateya berevaniya ji gelekî mezlûm ku ji mal û welatê xwe hatiye derxistin, belkî îro berevaniya ji Filistînê, berevaniya ji rasitiyeke pir berfirehtir ji mesela Filistînê ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)