CîhanEwropaNûçe

Li Meksîkayê xeta boriya niftê teqiya, 66 kes mirin û 76 kes jî birîndar bûn

Li Eyaleta Hîdalgo ya Meksîkayê li bajarê Tlahûelîlpanê boriya niftê teqiya û ji ber teqînê herî kêm 66 kes mirin û 76 kes jî bigiranî birîndar bûn.

Li gor nûçeya IRNA, roja înê berêvarê  hejmarek ji xelkê boriya benzînê konkirin daku benzînê jê bidizin, lê belê eva bû sedema teqînê ku dencamê de 66 kes ji yên ku çûbûn benzînê bistînin hatin kuştin û 76 kes jî bi giranî  birîndar bûn.

Serokomarê Meksîkayê Andrés Manuel López Obrador duh  bi şidet dizên mazotê rexne kirin û ji gişt beşên hikûmetê xwest ku alîkariyê bidin goriyên bûyerê.

Waliyê Eyaleta Hîdalgoyê Omer Fayad got ku, “Li gorî agahiyên ku me stendine, çend deqîqeyan piştî şewatê 66 kes mirine û 76 kes jî birîndar bûne”

Di televîzyonên Meksîkayê de jî dîmenên mirovan derketin ên ku bi satilan xwestine benzînê kom bikin.Şewat bi şev saet di 12.00’an de hate tefandin.

Dizên mazotê li Meksîkayê heya meha dehan a sala 2018  zêde ji 12 hezar caran boriyên mazotê kon kirine. Hikûmeta vî welatî 3 hezar û 200 serbaz kirine wezîfedarê parastina boriyên nift û mazotê li Mekzîkayê.

Başa dön tuşu