Îro sêşemê 6 Kanûnê li rojhejmêra Komara îslamî ya Îranê wekî roja xwendekaran hatiye binavkirin.
6 Kanûna sala 1953-an sê xwendekarên îranê bona protesto kirina sefera Nîkson alîkarê serok komarê Amerîka bo îranê û her wiha bona protesto kirina destpêkirina peywendiyên îranê tev Inglîzê, li ber zanîngeha Tehranê şehîd bûn .
Roja xwendekar mirov têxe bîra dêroka berxwedana gelê Îranê dijî xwetêkeliyên Amerîka li îranê, loma ev roja bona ku serûber daye xebata xwendekaran, gelekê girîng e.
Xebata dijî zorbêjiyê û armancxwaziya dînî û inqilabî ji faktorên herî girînge bereya xwendekaran li Îranê ye ku heta roja îro jî tê domandinê.
Dêrokê nîşan daye ku nexş û rola xwendekaran gelekê mentiqî bûye û xwendekaran hertim riya rastîn û mentiqî bijartine, riya ku li çarçîva xêr û qazanca netewî ya gelê Îranê ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)